Amedspor derbasî lîga yekem dibe

Tîma Amedspor di lîga duyem a li Tirkiyeyê de bi skora 1 û 0 tîma Somaspor têk bir û beriya hefteyekê ma bo bidawîbûna lîgê bû şampiyon û derbasî lîga yekem bû.

Yarîgeha Ataturkê ye li navçeya Somaya Manîsayê û coş û kêf ya Amedsporê ye.

Di lîga duyem hefteya 35an de Amedspor û Somaspor hatin hemberî hev.

Oktay Aydin fitbolîstê Amedspor di nîva duyem de golek avêt, pêşbirk bi skora 1 û 0 bi serkeftina Amedspor bi dawî bû û beriya hefteyekê lîg biqede Amedspor bû şampiyon.

Bi pêşbirka hefteya bê em ê serkeftina xwe xweştir bikin înşallah em ê tîma Amedspor bikin Barcelona û em ê bi transfera fitbolîstan jî tîma xwe bi hêz bikin

Azîz Elaldi – Serokê Amedspor

Ji gelek bajarên cuda bi hezaran Kurd ji bo piştgiriya Amedspor hatin Somayê û heta dawiya pêşbirkê jî li pişt tîma xwe bûn. Piştî bidawîbûna yariyê li kolanên Somayê kêf û coşa Amedaporiyan belav bû.

Ji me re her der Amed e wa dibînin qelebalixiya me coşa me em ê kupayê rakin bibin diyarî kaptana xwe rehmetî Şexmus bikin.

Alîgirê Amedspor

Pir xweş bû ev serkeftin, her bijî Amedspor.

Alîgirê Amedspor

Bijî Amedspor. Em îsal derbasî lîga yekem dibin sala bê armanca me lîga super e.

Alîgirê Amedspor

Pûana Amedspor bi vê serkeftinê bû 80 û tîma kesk û sor ji lîga duyem derbasî lîga yekem bû.

Hefteya bê Amedspor li mala xwe wê bi Menemenspor re bileyze ku ev dawî pêşbîrka lîga duyem e.