HRE: Hêzên me 4 leşkerên Tirkiyê kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn, wan hejmarek leşkerên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wê kuştine.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê daxuyaniyek da û diyar kir, wan li herêmên kontrola Tirkiyê yên Bakûrê Sûriyê 8 çalakî di meha Nîsanê de kirine.

Li gorî daxuyaniyê, Li Efrîn, Bab, Marî û Ezazê 4 leşkerên Tirkiyê û 6 çekdar hatine kuştin, her wiha 8 leşker birîndar bûne û 4 çekdar birîndar bûne.