Ciwan Haco: Divê em li Pirsa Kurdistanî xwedî derkevin, dev ji partîtiyê berdin!

Hunermendê navdar ê Kurd Ciwan Haco îro di çarçoveya amadebûn di Festîvala Semayê ya Duhokê de ji Kanal8ê re derbarê mijara Kurdistanîbûnê diyar kir: Divê em li Pirsa Kurdistanî xwedî derkevin, dev ji partîtiyê berdin!

Ciwan Haco di bersiva pirsa Nûçegihanê Kanal8ê Karwan Elî ya derbarê “gelo Kurdên Ewropayê karîne tiştekî pêşkêşî gelê xwe bin û xizmeta Kurdistanê bikin?” wiha axivî:

Mînak, Kurdên Ewropayê şevên siyasî li dar dixistin. Helbet ew jî giring e. Lê Kurdên Ewropayê di mijara netewî de xwe pêş nexistin, nikarîn tiştekî pêşkêşî gelê xwe bikin. Îro 3 milyon Kurdên me li Ewropayê ne. Ew karîbûn karekî baş ji bo çanda Kurdî bikin. Lê mixabin ti gavên baş nehatin avêtin. Lewma jî îro 3 milyon Kurdên li Ewropayê hene –  pirsa te pir baş bû – diçin konserên Tikran, Ereban û Farisan ji ber ku me Kurdan nirxek pêşkêşî gelê xwe nekir. Cih û mîkrofonên me xirab in, qelebalix e, zarok lê ne, ji lewma jî diçine konserên vana, naçin konserên Kurdan. Gerek e Kurd di vê mijarê de pirsekê ji xwe bike.

Ciwan wiha pirsa Nûçegihanê Kanal8ê “Ma pirsgirêk ne partîtî û parkirina Kurdan e bi ser aliyan de?” bersivand:

Erê, mixabin, ev birîna me ya herî kûr e! Gerek em Kurd dev ji wan mijaran berdin. Mijareke me ya Kurdistanî heye; Partîtî tiştek e, partîtî hewce ye, gerek hebe. Lê gerek e Kurd siyasetekê ji bo welatê xwe, ji bo Kurdistana xwe, ji bo tifaq û yekîtiya xwe, jihevduhezkirinê ava bike. Ev hewce ye.