Dijî hewlên paşdaxistina hilbijartinê Komên YNK, Yekgirtî, Komel û Nifşê Nû daxuyaniyek weşand

Komên Parlementoyê yên YNK, Yekgirtî, Komel û Nifşê Nû li Parlementoya Îraqê dijî hewlên paşdaxistina hilbijartinê ya Parlementoya Kurdistanê daxuyaniyek hevpar weşand.

Di daxuyaniya hevpar de komên parlementoyê yên YNK, Yekgirtî, Komel û Nifşê Nû bi tundî her hewleke paşdaxistina hilbijartinê red dikin û ragidihînin “Sê caran li ser daxwaza partiyeke siyasî dema hilbijartinê ya Parlementoya Kurdistanê hatiye paşdaxistin.”

Dibêjin “Mafê ti partiyên siyasî nine desthilata ewlehî û leşkerî ya xwe bi kar bîne ji bo bi dare zorê danîna pergalê û dijberîkirina yasa û biryara.”

Daxwaz jî ji tevahiya desthilatê federalî di Parlementoyê, Hikûmetê, Dadgeha Federalî û Komisiyona Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê ya Bilind dikin bi van hewlan re rû bi rû bin ê lidarxistina hilbijartina Parlementoya Kurdistanê ya di dema xwe 10’ê hezîrana îsal de misoger bikin.