Rêveberiya Xweser ragihand, Encûmena Rêveber li Dêrazorê hejmarek malbat ji kampa Holê vegerandin deverên wan.
Beriya niha Encûmena Rêveber ya Dêrazorê kongireyek bi navê kongireya xortkirina ewlehî û aramiyê lidar xistibû û tê de biryar dabû ku malbatên Dêrazorê yên li kampa Holê vegerînin.
Rêveberiya Xweser da zanîn, 60 malbat hatine vegerandin û kar li ser vegerandina 79 malbatên din tê kirin.
Li gorî amarên herî dawî ku Kanal8ê bi dest xistibûn 16 hezar û 779 kesên sûrî di kampa Holê de hene.