Nûçeyek nexweş ji filmhezan re; Li tevahiya Îranê ji bo rojekê sînema tên girtin

Paqijkirina ber deriyê sînemayekê ya li Tehranê ji aliyê karkerekî ve. 16'ê çileya 2016'an. Wêne: Reuters.

Berdevkê komeleya filmsazan ragihand, dê li tevahiya Îranê ji bo rojekê çalakiyên filman bên rawestandin.

Berdevkê Komeleya Filmsazan Mihemedriza Sabirî diyar kir, ji ber salvegera wexera Îmam Cehfer Sadiq sînemayên Îranê li êvara Înê 3’ê Gulanê heya roja şemiyê wê bên rawestandin.

Mihemedriza Sabirî eşkere kir, roja înê demjimêr 19:30 bi dema Îranê wê destpê bike heta roja şemiyê dê berdewam be.

Îmam Cehfer Sadiq 6’emîn Îmam yê Şaxên Şîeyan yên Dozdehî û Îsmaîliyan bû. 34 salan serperştiya Îmamtiya Şîeyan kiriye, di heman demê de xelîfeta pênc xelîfeyên dawî yên Emewiyan bûye.

Îmam Cehfer Sadiq sala 765’an a PZ bi fermana Xelîfeyê Ebasiyan Mensûr Dawînqî tê jehrîkirin û jiyana xwe ji dest dide.