Îcar li parêzgehên cuda xuya kir: Herî dawî li Stenbolê biderket

Objeyên xerîb li ezmanê Hatayê. Wêne: IHA

Objeyên xerîb yên li herêmên cuda yên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê xuya dikirin, bûn mijara meraq li medyaya civakî. Piştî objeyên hevşib li gelek bajaran hat dîtin, herî dawî li Stenbolê biderketin.

Van dawiyan, medyaya civakî bi objeyên xerîb ên li ezman dîtî yên parêzgehên cuda yên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye mijûl bûye.

Obje li Xarpêt, Mûş, Hatay û Kocaeliyê ji nêz ve hatine dîtin.

Ali Değirmenci yê 35 salî, yê dîmenê obje li ezmanê Hatayê bi kameraya mobayila xwe kişand, got, “Dema min li ezmanê meyzand, min 3 obje dîtin. Çawa bêjî cil li xwe kiribûn bi ezmanê de bifirin. Min demekê bi akmeraya xwe dîmen kişand, û piştre tevahiya hersêyan berve arasteyên cuda reviyan. Min tavlê nedikarî kelecana xwe veşêrim.”

Herî dawî, objeya xerîb li ezmanê Stenbolê hat dîtin. Lê hîna ti kes nizane gelo ev çi ne.