Kurtlumuş serdana Partiya DEMê dike

Wêne: Çapemeniya Partiya DEMê.

Serokê Parlementoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş di çarçoveya gotûbêjên derbarê destûra nû serdana Partiya DEMê kir.

Serokê Parlementoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş îro di çarçoveya gotûbêjên li ser destûra bingehîn a nû serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) kir. Civîn demjimêr 12:00’an de li Parlementoyê destpê kir.

Hevserokên Partiya DEMê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, her wiha Serokwekîlên Koma Partiya DEMê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezai Temelli tevlî civînê bûn.

Tê pêşbînîkirin, piştî civînê daxuyaniyek hevbeş bê ragihandin. Her wiha, Kurtulmuş jî dê piştî serdana Partiya DEMê, Partiya Saadetê û Partiya IYI daxuyaniyekê bide.

Tê pêşbînîkirin Endamên Partiya DEMê di civînê de li ser mijara doza Kobanî, binpêkirinên Qeyûman û biarmancgirtina şaredariyan biaxivin.

Hat zanîn, Partiya DEMê dê nêrnên xwe derbarê amadekariyên destûreke demokratîk parve bikin û bi Kurtulmuş gotûbêjan derbarê pirsgirêkên weke biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî û bisiyasîkirina darazê bikin.