Civîna Serokê Parlementoyê û Partiya DEMê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye

Wêne: Çapemeniya Partiya DEMê.

Serokê Parlementoya Tirkiyê Nûman Kurtulmuş çû serdana Partiya DEMê û piştî hevdîtinê daxuyaniya hevpar hate dayîn. Kurtulmuş got, daxwazên xwe ragihandiye û Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got, “Em di wê baweriyê de ne, hewcehî bi pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a Demokratîk heye.” 

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Serokê Parlementoya Tirkiyê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de çû serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê). Hevdîtin, demjimêr di 12.00’an de li Parlementoyê dest pê kir. Bi Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî re jî cih girtin. 

DAXWAZ HATIN RAGIHANDIN

Hevdîtin bi qasî nîvsaetê domiya û piştre jî daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji ewil Kurtulmuş axivî û got ku di çarçoveya xebatên destûra bingehîn de di roja sêşemê de dest bi hevdîtinan kirine û di roja duyemîn de hatine serdana Partiya DEMê. Kurtulmuş, wiha domand, “Em îro hevdîtinan bi sê partiyan re dikin. Sê partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene. Me di serî de serdana Partiya DEMê kir. Me nêrînên xwe yên derbarê pêvajoyê û daxwazên xwe bi wan re parve kirin. Piştî ku bi hevserokên giştî û serokên komê yên rêzdar re hevdîtin kirin têkildarî vê yekê pişt re dê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin. Hêviya me ew e ku xebateke destûra bingehîn ku piraniya partiyên siyasî yên di Parlementoyê de li ser bixebitin û li Parlementoyê were qebûlkirin e. Em ê daxuyaniya berfireh a têkildarî îro piştî serdana her sê partiyan bikin pêk bînin.”

“PÊDIVÎ BI PAQIJKIRINA RÊ HEYE”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya pişt re axivî jî keyfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û wiha got: “Em jî weke Partiya DEMê di wê baweriyê de ne ku pêdivî bi pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a demokratîk heye. Nêrînên me yên li ser guhertina Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê û gavên ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk bên avêtin, tên zanîn. Pêdivî bi paqijkirinekê heye. Ji bo me gelekî girîng e ku pêvajoya heyî ya tepisandinê ji holê rakin, xalên Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê bi cih bînin.

Me destnîşan kir ku em tundiya duh di 1 ‘ê Gulanê de pêk hatiye neyînî dibînin û di pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn de li ser zemîneke bi vî rengî wê zehmetî bên kişandin. Bêguman ji bo me jî girîng e ku em pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn li ser bingeha welatîbûna wekhev a hemû gel û baweriyên cuda bi qada herî berfireh a mutebeqata civakî bidin destpêkirin. Krîzeke kûr û xizaniyeke ku Tirkiye tê re derbas dibe heye. 

Weke hemû partiyan berpirsyariyeke me heye ku pêvajo bi rengekî ku vê pirsgirêka lezgîn û tirsnak veneşêre, bi pêş bikeve.