Tirkiyê bazirganiya xwe bi Îsraîlê re rawestand

Tirkiye u Israil
Tirkiye u Israil

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê tevahîya bihevguhertina bazirganî bi Îsraîlê re rawestand.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, di çarçoveya qonaxa duyem ya li ser asta dewletê de, hemû kar û çalakiyên bazirganiya bi Îsraîlê re hatine rawastandin.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de dide diyarkirin, rawestandina têkiliyan bi Îsraîlê re berdewam dibe, heta ku Îsraîl rê bide alîkariyên mirovî derbasî Xezeyê bibin.

Li gor Wezareta Bazirganiya Tirkiyê hinerdakirina 54 cureyên xwarin û alavan ji bo Îsraîlê hatiye rawestandin. Di nav wan alav û pêdiviyên qedexekirî de, benzîna balefiran, rûnê motoran, çîmento û gelek alavên din hene.