Li Xarpêtê erd hejiya

Xarpêt
Xarpêt

Li navçeya Xûxê ya parêzgeha Xarpêta Bakurê Kurdistanê erd hejiya û bû sedema tirs û fikara welatiyan.

Şeva bihûrî demjimêr 23:57 de li navçeya Xûxê ya parêzgeha Xarpêta Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4 pileyan erd hejiya.

AFADê ragihand, erdhej bi hêza 4 pileyan di kûrahiya 8.77 kîlometreyan di binê erdê de li navçeya Xûxê qewimiye û welatî li navenda Xarpêtê jî pêhesiyane.

Li aliyekî din Resetxaneya Kandilê diyar kir ku erdhej di kûrahiya 6.4 kîlometreyan de pêk hatiye.

Parêzgarê Xarpêtê Omer Toraman li ser hejmarên xwe yên tevnên civakî de daxuyaniyek weşand û got, “Derbasî be û tîmên wan di rewşa amadebaşiyê de ne. Di encamê erdhejê de tu zirar çênebûne.”