Nêrweyî: Tekane rêya çareseriya qeyranan hilbijartin e

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Letîf Nêrweyî
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Letîf Nêrweyî

Letîf Nerweyî diyar kir, tekane rêya derbaskirina qeyranan pêkanîna hilbijartinane û tu astengiyên yasayî li pêşiya pêkanîna hilbijartinan tune ne.

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Letîf Nêrweyî bû mêvanê bultena demjimêr 12ê ya Kanal8ê û agehiyên girîng derbarê pirsa hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê eşkere kirin.

Nêrweyî da zanîn, tu sedemek yasayî tune ye ku Serokê Herêma Kurdistanê bikare carekî din dema hilbijartinan taloq bike û got, “Tekane rêya derbaskirina qeyranan pêkanîna hilbijartinane û tu astengiyên yasayî li pêşiya pêkanîna hilbijartinan tune ne.”

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Letîf Nêrweyî bilêv kir ku niha rewşa giştî ki bo hilbijartinan bikêr hatiye û ger hilbijartin neyê kirin, rewşa Herêma Kurdistanê dê hestiyar bibe û got, “ Yasa rê nade hilbijartin bê taloqkirin.

Nêrweyî da zanîn, eger Komisyona Bilind a Hilbijartinan li ser tedbîrên pêkanîna hilbijartinan berdewam be, YNK dê dest bi propagendeya hilbijartinan bike.

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Letîf Nêrweyî destnîşan kir ku tekane rêya çareseriya qeyranên Herêma Kurdistanê pêkanîna hilbijartinan e.