Qubad Talebanî: Bêyî azadiya çapemeniyê azadiyên din nayên parastin

Qubad Talebanî
Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê de pîrozbahî li rojnamevanan kir û got,”Bêyî azadiya çapemeniyê, azadiyên din na yên parastin “.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di peyama xwe ya li ser Facebookê de wiha nivîsandiye,”Parastina azadiya çapemeniyê yek ji bawerî û prensîbên jiyana min a siyasî ye ku nayê guhertin.”

Di berdewamiya nivîsandina xwe Qubat Talebanî dide zanîn,”Li gorî ezmûna welatan, bêyî azadiya çapemeniyê, tu azadiyên din nayên parastin, civaka sivîl pêş nakeve, demokrasiya rasteqîne û berpirsiyar bicih nabe.

Qubad Talebanî da zanîn ku ew bi hûrmet hemû şehîdên rojnamegeriya Kurdistan û Iraqê bi bîr tînin û radigihînin ku dê di demek nêzîk de li Silêmaniyê ji bo bîranîna “Parêzvanên Rastiyê” manomentekê avabikin ku ev zêdetirî salekê ye li ser kar û xebata xwe berdewamin.