Rapirsiya Metropolê: AK Partî alîgirê dewlemendan e

Stenbol
Stenbol

Li gorî ji %68,3ê kesên tevlî rapirsiya Metropolê bûne, AK Partî partiyeke alîgirê dewlemendan e.

Kompanyaya Lêkolînan a Metrepolê, derbarê helwesta partiyên siyasî û feraseta wan li hember civakê rapirsiyek pêkanî. Rapirsî di 17-24ê mehê de li 28 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye pêkanîn û 2235 kes tevlî rapirsiyê bûne.

Di rapirsiyê de pirsyar li welatiyan hatiye kirin ku “gelo AK Partî alîgirê hejaran an dewlemendan e” û tablo bi awayê jêr derket.

Li gorî encama rapirsiyê %68.3ê welatiyan diyar kir ku AK Partî alîgirê dewlemendan e. %16.4ê welatiyan jî diyar kir ku AK Partî li cem hejaran cihê xwe digire. %15.3ê welatiyan jî destnîşan kir wan tu nêrînek tune ye.

Di hezîrana 2021an de jî rapirsiyek bi vî awayî hatibû kirin û li gorî rapirsiyê %55ê welatiyan diyar kiribû, AK Partî alîgirê dewlemendan e.