Serokê YNKê û Serokwezîrê Iraqê civiyan

Serokê YNKê û Serokwezîrê Iraqê
Serokê YNKê û Serokwezîrê Iraqê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê pêşwazî li Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî kir û di civînê de çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin

Derbarê hevdîtina Serokê YNKê û Serokwezîrê Iraqê de ofîsa serokwezîriya Iraqê, di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, di civînê de mijarên girîng ên neteweyî û tedbîrên hikûmetê ji bo reformên berfireh ên aborî û îdarî li gor bernameya kar a ku hikûmet li ser hatiye avakirin hatine gotûbêjkirin.

Di berdewamiya daxauyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê de tê gotin, di civînê de her du aliyan behsa pêwendiyên navbera aliyên siyasî û berdewamiya diyalogê ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan hatiye kirin.