Hevserokên DEMê û Serokê CHPê pirsên girîng ên Tirkiyê gotûbêj kirin

Serokê CHPê û Hevserokên DEMê
Serokê CHPê û Hevserokên DEMê

Îro Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan serdana navenda sereke ya Partiya Gel a Komarî CHPê kirin û bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re civiyan.

Di civînê de behsa encamên hilbijartinên 31ê adarê, metirsiyên damezirandina qeyûman, xebata nivîsandina destûra nû û pêwendiya navbera partiyên Tirkiyê û çareseriya pirsgirêkên welêt hate kirin.

Di civînê de hate diyarkirin, divê partiyên siyasî yên Tirkiyê ji bo çareserkirina qeyran û pirsgirêkan dest bi gotûbêjên jidil û rasteqîne bikin.

Hevserokên DEMê û Serokê CHPê diyar kirin, girînge hêmû partî ji peyama welatiyan a hilbijartinan fêm bikim.

Piştî civîna navbera Serokê CHPê û Hevserokên DEMê, herdu aliyan konfranseke çapemeniye lidar xist.

Serokê CHPê: Em dilxweşin ku qeyûm li cihê şaredaran nayê danîn

Serokê Partiya Gel a Komarî Ozgur Ozel di konfransa çapemeniyê de da zanîn, partiya wî kêfxweşe ku qeyûm li şûna şaredaran naye danîn û got, “Vegerandina biryara destbikarbûnê ji bo hejmarek şaredarên kurd, ji bo Tirkiyê pêşhatek girînge.”

Ozel diyar kir, “Weke tê zanîn piştî hilbijartinan rewşek li bajarê Wanê çêbû û bû sedema hevahengiya navbera partiyên siyasî. Tiştê baş ev bû rewşa şermok dawî hat ku dixwestin mezbeteya şaredariyê ji kesên ku di hilbijartinan de sernekeftinê bide û niha qeyûm li cihê şaredarên serkeftî nehate danîn û ev yek cihê dilxweşiyê ye.”

Bakirhan: Divê partiyên siyasî dest bi diyalogê bikin

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tuncer Bakirhan jî di konfransa çapemeniyê de ragihand, divê pirsgirêkên Tirkiyê bên çareserkirin û rêya çareseriyê jî diyaloga navbera partiyên siyasiyê ku mijara herî girîng pirsa guhertina destûrê ye.

Bakirhan da zanîn, hemû partiyên siyasî xwedî nêrînek baş ji bo çareseriyê ne.

Bakirhan bilêv kir, “Heya niha di navbera partiyan de dîwarek hebû. Partiyan cemserên xwe cuda kiribûn. Ev yek bû sedem ku di siyasetê de bi azadî û li gorî pêwîst, behsa pirsgirêkên navxwe û hêrêmê neyê kirin. Lê welatiyan di 31ê adarê de peyama xwe dan ku pirsgirêk bi helwesta niha nayê çareserkirin û dê zêdetir bibin. Li gorî nêrîna min ev welat tije pirsgirêke ku divê bên çareserkirin û rêya çareseriyê jî diyaloga navbera partiyane.”

Hatimogullari: Divê dawî li cemsergîriyê bê anîn

Hevseroka DEMê Tulay Hatimogullari jî di konfransa çapemeniyê de axivî û diyar kir, dema çareseriya pirsgirêkan hatiye û divê cemsergîrî di navbera partiyan de nemîne û hemû partî erka ser milê xwe bicih bînin.

Tulay Hatimogullari got, “Me bi berfirehî behsa berpirsyariya opozisyonê kir. Me got, dem hatiye tovê çareseriyê di vê axê de biçînin ku xweziya hemû kesane. Divê partiyên siyasî xwe ji cemsergirtinê dûr bixînin. Em hêvî dikin hemû partiyek erka ser milê xwe ji bo demokratîzekirina Tirkiyê bicih bînin.”