Îro komeke çiyageran geştek li navçeya Qeredaxê ya parêzgeha Silêmaniyê pêkanî, lê bi sedema rabûna lehîyê 4 çiyageran jiyana xwe ji dest da.
Berevaniya Şaristaniya Qeredaxê ragihand, Koma Çiyagerên Segirmeyê dixwestin geştekê di navbera gundên Belxe û Awespî yên girêdayî navçeya Qeredaxê pêk bînin, lê bi sedema rabûna lehîyê, 4 endamên wê komê ketine nava avê û di encamê de herçar çiyageran jiyana xwe ji dest daye.
Ji 1ê vê mehê ve pêleke mezin ya baranê Herêma Kurdistanê girtiye nav xwe û di 24 demjimêrên bihûrî de 67 mlm baran li navçeya Qeredaxê barîye.