Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Koşka Serokatiyê ya Îranê civiyan.
Li gorî danezana civînê ku Serokatiya Herêma Kurdistanê weşandiye, “Herdu aliyan tekezî li geşedan bi peywendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha cîrantiya qenc, berjewendiyên hevpar û bilindkirina asta pevguhertina bazirganî û peywendiyên aborî kiriye.”
Danezanê bal kişandiye: Mijara pêdivî û giringiya berdewamiya hevahengş û hevkariya hevpar a Komara Îslamî ya Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ji bo parastina aramî û cihgîriya herêmê hat dubarekirin.
Tevî ku, Nûçegihanê Kanal8ê Hadî Selîm li Tehranê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî re di civînê de ye û piştre jî dê bi Wezîrê Derve yê Îranê re bicive.
Piştre biryar e demjimêr di 4’ên paşnîvroya îro bi Serokê Giştî yê Encûmena Ewlekariya Netewî ya Îranê ya Bilind Ekber Ehmediyan re bicive.