Serokatiya Komara Îranê danezana civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî weşand û bal kişand ser wê yekê, Îranê ti rê li ber geşedanên peywendiyên aborî yên di navbera xwe û Herêma Kurdistanê de nehatiye girtin û dixwazin sûd ji wî sînorê dirêj a navbera wan bê wergirtin.
Li gorî danezana Serokatiya Komara Îranê, Îbrahîm Reîsî gotiye, “Divê rê li ber bikaranîna axa Herêma Kurdistanê ji aliyê komên dijber ên Îranê û Îsraîlê ve bê girtin.”
Bal kişandiye ser wê yekê jî, “Ewlehî dê bingeheke hewce ya her alîkarî û peywendiyeke paşerojê ya navbera me be.”