Li Rihayê li dijî endamên DEMê operasyon; herî kêm 14 kes hatin binçavkirin

Di encama serdegirtinên malan li Riha û navçeyê wê de, rêveber û endamên encûmena ciwanan ên Partiya DEMê jî di nav de, herî kêm 14 kes hatin binçavkirin.

Polîsên Tirkiyê îro danê sibehê li navenda Rihayê û navçeyên Curnê Reş, Hewag û Wêranşarê yên wê, bi ser gelek malan de girtin.

Medyaya Bakurê Kurdistanê da zanîn, di encama serdegirtinên malan de rêveberê navçeyê û endamên meclisa ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hatine binçavkirin, ji bo Rêveberiya Polîsê Rihayê hatin veguhestin.

Derbarê sedema binçavkirinê tu agahî nehatin belavkirin û tê gotin, dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.

Duhî jî li bajarê Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê biser malên endamên Partiya DEMê de hatibû girtin û 13 kes hatibûn binçavkirin.