Ji tevahiya 20 hezaran, tenê 10 mamosteyên kurdî tên damezirandin

Wezareta Perwerdeyê ya Netewî ya Tirkiyê ragihand, dê 20 hezar mamoste li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bên damezirandin. Derbarê vê yekê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî daxuyanî da: Bi kîjan mentiqê 10 mamsote têrî 26 hezar daxwazkaran dike? M. Kenanê Nado jî diyar kir, zêdetirî 3 ji 4 ji hejmara giştî ya zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayikê bixwînin.

Wezareta Perwerdeyê ya Netewî ya Tirkiyê ji bo heyama damezirandina mamosteyan a 2024’an, bi tevahî 10 mamosteyên kurdî dadimezirîne, ji wan 6 Kurmancî û 4 jî Zazakî.

Wezîrê Perwerdeyê ya Netewî Mahmut Özer derbarê salnameya damezirandinê daxuyaniya damezirandina 20 hezar mamosteyan weşand û xişteya rêjeya parvekirina rajeyan jî berdest xist.

Li gorî xişteyê, Wezareta Perwerdeyê ya Netewî 10 raje ji bo Kurdî, ji wan 6 Kurmancî û 4 Zazakî, di heyama Damezirandina Mamosteyan a 2024’an de peywirdar kir.

Rajeyên mamosteyan û puanên pêdivî ji bo zimanan a di nav çarçoveya dersa bijarte ya “Ziman û Zaraveyên Zîndî” ya di Warên Peywirdarî û Puananên Pêdivî û Lîsteya Rajeyê yên dê bibin Hêman ji bo Serîlêdanê wiha ne:

Ziman û Zaravên Zîndî (Kurdî / Kurmancî) 50 puanên hewce, 6 raje.

Ziman û Zaravên Zîndî (Kurdî / Zazakî) 50 puanên hewce, 6 raje.

Di beşa Ziman û Zaraveyên Zîndî de, tenê zimanê kurdî heye.

“Yasayên perwerdehî yên li Tirkiyeyê, li dijî yasayên navdewletî ne”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li hemberî wê biryarê daxuyanî ji Kanal8ê re da: Helwesta gelekî zelal e, em ê tev ji bo bidestxistina mafê zimanê kurdî hewl bidin.

Şerefxan Cizîrî derbarê hewcedariya hejmara mamosteyên kurdî yên peywirdarkirî zelal kir: Eger em li gorî mantiqên matematîkê jî binêrin, 10 mamoste di nav 20 hezaran de, nabin sifirên piştî bêhnokê jî. Hema dikarî bêjî tinne ye.

Şerefxan Cizîrî yasayên warê perwerdeyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxandin û got, “Yasayên perwerdehî yên li Tirkiyeyê, li dijî yasayên navdewletî ne” û wiha pê da çû: Li gorî yasayên navdewletî, bi her awayekî mafê me kurdan e em bi zimanê li dibistanan bixwînin.

Wî her wiha tekez kir, eger aliyên siyasî yên kurd bibûna yek û daxwaza xwe ya li hemberî zimanê kurdî diyar bikirana, wê dewlet neçar bûya mafê zimanê kurdî bide. Cizîrî wiha ev gotin bi dawî kir: Eger mafê zimanê kurdî were bidestxistin, dê nîvê pêvajoya asîmîlasiyonê bihata rawestandin.

“Nêzî 26 hezaran xwendekaran kurdî hilbijartiye, 10 mamoste çawa têra wan dike?”

Destpêka îsal, 30’ê çileya 2024’an deriyên serîlêdana ji bo dersên bijarte (Kurmancî û Zazakî) li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin vekirin û biryar bû 12’ê Sibata 2024’an bên girtin.

Tê gotin, îsal ji ber eleqeya serîlêdanên ji bo dersa zimanê kurdî, deriyên serîlêdanê heta 19’ê Sibatê vekirî hiştin.

Li gorî amarên nefermî yên ketine destê Platforma Zimanê Kurdî, îsal zêdetirî 26 hezar xwendekarên dibistana navîn ji bo bijartina dersa kurdî serî li dibistanên xwe dane.

Derbarê wê yekê jî Berdevkê Platforê Şererfxan Cizîrî got, Bi kîjan mentiqê 10 mamsote têrî 26 hezar daxwazkaran dike?

“Zêdetirî 3 ji 4’ê hejmara giştî ya zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayikê bixwînin”

Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê Kenanê Nado bi rêya Kanal8ê ve tekez kir: Zêdetirî 3 ji çarê hejmara giştî ya zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayikê bixwînin. Yanî eger 500 hezar zarokên kurd hebin, zêdetirî 400 hezar ji wan dixwazin bi zimanê dayikê bixwînin.

Kenanê Nado anî zimên, hikûmeta Tirkiyê û Wezareta Perwerdeyê ya Netewî li hemberî vê mijarê ne ji dil e.

Wî gotinên xwe wiha dirêj kir: Dewlet naxwaze zimanê kurdî bibe xwedî statuyek, lewma divê têkoşîneke  şênber a gel hebe.

“Dereng e, eger plana wan hebûya, gerek bû zûtir bikirina”

Kenanê Nado di bersiva pirsa “Gelo hêviyek/bendewariyek we li partiyên siyasî yên kurd hene, bi taybetî piştî dîsa bidestxistina şaredariyan ji bo zimanê kurdî?” wiha axivî: Eger plan û niyetên partiyên kurdî, bi taybet piştî bidestxistina şaredariyan, ji bo zimanê kurdî û sekinandina asîmîlasiyona hebûya, gerek bû zûtir bikirina. Niha dereng e.