Li navçeya Bêrecûkê ya girêdayî Rihayê êrîşa çekdarî li dijî avahiya Partiya DEMê pêk hat û zirarên madî çêbûn.
Demjimêr 3:30ê serê sibê, li dijî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan li taxa Meydanê ya navçeya Bêrecûka Rihayê ya Bakurê Kurdistanê êrîşa çekdarî pêk hat.
Li gorî medyaya Bakurê Kurdistanê nasnameya êrişkar an jî êrişkaran hêj nehatiye eşkerekirin û di êrişê de zirarên madî çêbûn.