Welatiyên Kobaniyê: Divê DAIŞî li vir werin darizandin

Welatiyên herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê yên ku di encama êrîşên DAIŞê de zirar li wan ketiye daxwaz kirin, çekdarên DAIŞê li cihên sûc kirine werin darizandin.

Welatiyan bi rêya Kanal8ê daxwaza darizandina endamên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Li gorî amaran 10 hezar çekdarên DAIŞê di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê de hene. Van 10 hezar kesan sûç li dijî welatiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Çekdarên DAIŞê di sala 2014an de, bi çekên ji Mûsilê bi dest xistibûn, êrîş birin ser herêma Kobaniyê ya Rojayayê Kurdistanê û piştî ku nikarîbûn bi ser bi bikevin, di 25 hezîrana sala 2015an de derdora 70 çekdaran xwe vedizîn û komkujiyeke mezin li Kobanî li dijî sivîlan pêkanîn.

Malbatên Welatiyên ku di encama êrîşa DAIŞê de ziyan dîtine ji Kanal8ê re axivîn.

Welatiyên Kobaniyê: Xelkê Rojava bedel dan û divê DAIŞî li cihên sûc kirine werin darizandin

Baweriya min bi zagonên welatên resen ên DAIŞiyan nayê

Cuma Mihemed ku dayîka wî di êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest da got, xelkê vê herêmê bedel dan ji ber wê divê DAIŞî li cihên sûc kirine werin darizandin.

Mihemed dibêje, baweriya wî bi zagonên welatên resen ên DAIŞiyan nayê, lê baweriya wî bi Rêveberiya Xweser tê ku mafê wan bistîne.

Bi gotina Mihemed, di êrîşa DAIŞê de 28 kesên ji gundê wî Berxbatanê, jiyana xwe ji dest da.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li welatên cîhanê kiriye ku dadgeheke navnetewî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin da ku DAIŞiyan darizînin lê heya niha bersiva banga wê nehatiye dayîn.

Niha Rêveberî bang li welatan dike ku welatiyên xwe yên DAIŞî vegerînin, ji ber ku ew bi tenê nikare barê wan rake.

DAIŞiyan hemû sûcên xwe li herêmên me kirin û divê li vir werin darizandin

Hevdem Nîhad Kerho ku birayê wî ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin diyar kir, DAIŞiyan hemû sûç li vê herêmê kirine, ji ber wê divê li vir werin darizandin.

Bi gotina Kerho, welatên resên ên çekdaran dê bi hêsanî nêzî sûçên ku DAIŞiyan kirine bibin, ji ber ew ne di ferqa sûcên wan de ne.

Li gorî Kerho dema ev çekdar werin darizandin divê nêrîna malbatên ku ziyan li wan ketiye bê wergirtin.

Ev yek di demekî de ye ku Rêveberiya Xweser ragihand, şandeyên Amerîkî, Hollendî û Kenedî 22 welatiyê xwe yên DAIŞê vegerandine, her wiha bi berdewamî welatên Asiya Navîn jî welatiyên xwe vedigerînin.