Îro li Bakurê Kurdistanê starta Roja Cejna Zimanê Kurdî tê lêdan

Wêne: Can Belek - Kanal8

Îro li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê starta bernameya Cejna 15ê Gulanê ya Roja Zimanê Kurdî tê lêdan, ku bi bernameyên cur bi cur heta 25’ê Gulanê berdewam dibe.

Starta bernameyê ku Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê, Komeleya Wêjevanên Kurd, Enstîtûya Kurd a Amedê, Kovara DESTARê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya DEMê û Tevgera Jinên Azad û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Diyarbekirê pêşengiya wê dikin, demjimêr di 17:00’an de li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê bi deklerasyonekê tê lêdan.

Di çarçoveya bernameyê de, 12’ê Gulanê li navçeya Pasûrê bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên DBPê, Atolyeya jin û zarokan a ziman tê lidarxistin, 13’ê Gulanê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê panela ziman tê lidarxistin, 15’ê Gulanê jî bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên DBPê û Partiya DEMê li Parqa Roboskiyê, meş tê lidarxistin û piştre pirozbahî heta 25’ê Gulanê berdewam dibin.