Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya Partiya DEMê hate kirin

Doh bi şev cara duyemîn êrişî avahiya Rêxistina Partiya DEMê ya Bêrecûkê hate kirin.  

Li navçeya Bêrecûk a Rihayê piştî ku doh êrişa çekdarî li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) hate kirin bi şev cara duyemîn êrişî avahiyê hate kirin. Kes an kesên ku objeyekî hişk li cama avahiya navçeyê ya li ser Cadeya Abdûlkadîr Erdil a li Taxa Meydanê dan, zirara madî dan avahiyê.

Nasnameya êrişkaran hêj nehatiye diyarkirin. Lê Partiya DEMê Mehmet Begît ê piştî hilbijartinê ji partiyê vekişiyabû, tohmetbar dike. Halîl Begît ê têkildarî êrişa duh hate kirin hatibû binçavkirin hêj jî di bin çavan de ye.