19. Festîvala Fîlmên Karkeran a Navdewletî li Tirkiyê bi rê ve diçe

Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî bi mebesta bala xelkê bikêşînin ser girîngiya ked û mafê karkeran ev 19 sal in li Tirkiyê tê lidarxistin. Îsal ji zêdeyî 10 fîlmên Kurdî di festîvalê de cîh digirin. Bi giştî ji 16 welatan 74 fîlm di festîvalê de tên nîşandan.

19emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî li Tirkiyeyê li bajarên cuda bi rê ve diçe.

Ji 16 welatan, bi giştî 74 fîlmên li ser karker û kedkaran di festîvalê de cih digirin, ji zêdeyî 10 fîlmên Kurdî yên wek belgefîlm, metrajdirêj û kurtefîlm di bernameya îsal de hene.SOT: Armanca vê festîvala ku em 19 sal in li dar dixin, ew e ku fîlmên ji ber bêderfetiyê nayên nîşandan bidin nîşandan û ev festîvaleke bêpere ye, bê xelat e.

Erkan Ulker – Berpirsekî Festîvala Fîlmên Karkeran

Festîvala Fîlmên Karkeran bi mebesta  “ji bo balê bikişîne ser têkoşîna çînî, wekhevî û dinyayeke adilane û vê mîrateyê ragihîne nifşên nû” tê sazkirin.

Îsal li gor par gelek fîlmên Kurdî hene ku eleqeyeke baş bo fîlmên Kurdî tên nîşandan. Bi saya vê festîvalê kesên ji çanda Kurdî agahdar nîn in piştî temaşekirina fîlman dibin xwedî tecrubeyeke nû.

Şafak Ustundag-Temaşevan

Her sal piranî fîlmên li ser karkeran, kedê, fîlmên li ser mafên mirovan tên nîşandan.

Hamî Burak Yildiz – Temaşevan

Babeta sereke ya festîvalê îsal Fîlîstîn e ku di rojeva cîhanê de cîj digire. Lê gelek babet û naverokên din ên cuda jî hene ku di festîvalê de cîh digirin û sal bi sal fîlmên baştir tên vir.

Belgefîlma “Kanun Hukmu” ya ku behsa karmendên di dezgehên fermî li Tirkiyeyê de kar dikirin bi hincetên cuda ji kar hatin derxistin, dikir li Stenbol û li Enqereyê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin.