Li şeş parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê merasîma îmzekirina pirtûka herî dawî ya Siyasetmedarê Kurd û Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Yigit Bener Nivîskarê duyê ê pirtûka “Duwetek Di Navbera Bihûşt û Dojehê de” tê lidarxistin.
Îro li Diyarbekirê, Başak Demîrtaş û Yigit Bener dê bi xwendevanên pirtûkê re hevdîtinê pêk bînin û sibê merasîma îmzekirina pirtûkê tê lidarxistin û Başak Demîrtaş û Yigit Bener di merasîmê de amade dibin.
Di çend rojên bê de, merasîmên îmzekirina pirtûka “Duwetek Di Navbera Bihûşt û Dojehê De” li Wan, Mêrdîn, Îzmîr, Stenbol û Enqerê tên lidarxistin.
“Duwetek Di Navbera Bihûşt û Dojehê De” romana nû ya Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaşe ku bi hevparî bi nivîskar Yigit Bener re amade nivîsandiye.
Selahedîn Demîrtaş parêzer, siyasetmedar û nivîskar, di sala 1973an de li navçeya Palo ya parêzgeha Xarpêta Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Demîrtaş 8 salin di girtîgeha Edirneyê de girtiye û ji Doza Kobanê 42 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.