MSD: HIKÛMET NE LI GORÎ HÊVIYÊN XELKÊ SÛRIYÊ YE

Kanal8 31/03/2025

Encûmena Sûriya Demokratîk MSD’ê da zanîn, Hikûmeta Nû a Sûriyê ne li gorî hêviyên gelê Sûriyê ye.

MSD’ê destnîşan kir, wan hêvî dikir hikûmetek ku nûnertiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê bike were avakirin, lê piraniya xwe yekreng bû tevî ku hinek kesayetên teknoqrat tevlî bûn.


Li gorî MSD’ê hikûmetê nûnertiya rastîn a jinê ku yek ji mezintirîn beşên civakê ye negirt nav xwe û got; diviyabû ew hikûmet bibûya gavek ji bo tevlîbûna tevahiya pêkhateyên civakê.


Bi nêrîna MSD’ê hikûmet nabe gavek ji bo çareseriyê, ji ber ku tenê bandoriya desthilatdariya aliyekî li ser heye û gotinên xweş nikarin sloganên wezaretan biguhertana.


Encûmena Sûriya Demokartîk got, avakirina hikûmetê nîşaneyek nebaşe di qonaxa veguhêz de û bang li aliyên siyasî yên Sûriyê kir, eniyeke nû a siyasî li ser bingehê demokrasiya rast ava bikin.

Kanal8

31/03/2025