Daxuyaniyeke lezgîn ji Polîtburoya YNKê ve derbarê hilbijartinan

Dewran Mehmûd 02/04/2024
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.

Bi serperiştiya Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî civîna polîtburoyê bi dawî hat û daxuyaniyek derbarê hilbijartinê belav kir û ragihand “Em tekez li helwesta neguher ya YNKê dikin di lidarxistina hilbijartina Parlementoya Kurdistanê di dema diyarkirî ya xwe de.”

Di daxuyaniyê de bal kişandine ser wê yekê “Di civînê de amadekariyên dawîn û bernameya buroya hilbijartinê ya YNKê hatin gotêkirin û tevahiya heval bi wê yekê re bûn ku hemû alî girêdayî wê dîrokê bin ya ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve biryar lê hatiye dayîn û Komisyona Hilbijartinên Îraqê ya Bilind amadekariyên pêdivî jê re amade kirine.”

Daxuyanî tekez dike “Civîna polîtburoyê ji nêrîna xemxwariyê bûye ji bo parastina statoya herêmê û ezmûna demorkat ya Kurdistanê ku xewna ji mêj ya gelê me ye û têkoşîna bênavber jê re hatiye meşandin.” Her wiha tekez li birêveçûna hilbijartineke azad û democrat kir ku pêbendbûn bi dema ragihandî ya hilbijartinê parek e ji nîşanên cewherî yên paqij ya proseyê.”

Bal kişandine ser wê yekê “Civînê dubare kir, nûvekirina saziyên destûrî yên weke parlemento û hikûmeta herêmê tenê bi rêya dengdayîna giştî ve dibe û rewatiya nûnerên gelê me ji bo parastina maf û jiyan û debara weltiyan her bi wî awayî tê dabînkirin.”

Li gorî daxuyaniyê “Polîtburoyê helwesta zelal û eşkere ya YNKê piştrast kir ku îro daxwaza welatiyan ji bo mûçe û budceya avedanî û vejandin tenê bi rêya parlemento û hikûmeteke nû vet ê kirin ku girêdayî biryara gelê Kurdistanê dikare bi mafên destûrî yên Kurdistanê û şayisteyên darayî yên gelê me ve bimîne û bi hikûmeta federalî ve danûstendineke dadperwerane û wêrekane bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 10ê hezîrana 2024an weke roja birêveçûna hilbijartina Parlementoya Kurdistanê diyar kiriye.

Destpêka meha bihûrî Komisyona Hilbijartinên Îraqê ya Serbixwe dawî bi biryara pêşkêşkirina lîsteya nave berbijêran ji bo hilbijartina Parlementoya Kurdistanê, Partiya Demokratîk ya Kurdistanê lîsteya berbijêrên xwe pêşkêşî komisyonê nekir û hîna biryara tevlîbûna di hilbijartinê de nedaye.

Dewran Mehmûd

02/04/2024