Encamên Hilbijartinên Tirkiyê û pêşeroja Erdogan û Ak Partiyê!
Gelek çavdêr encama Hilbijartinên Xwecihî yên Tirkiyê weke guhertineke girîng di qada siyasiya wî welatî de didin zanîn ku peyamên cuda bi xwe re anî. Binketina Partiya Dad û Geşepêdanê (Ak Partî) û serkeftina opozisyonê bû sedem ku gelek çavdêr vê pêşhatê weke gugertineke mezin bi nav bikin.
Mamosteyê Zanîngeha Utahê ya Amerîkayê Hakan Yavûz encama hilbijartinan weke erdhej an jî tsunamiyê nirxand û weke “Destpêka dawiya Erdogan” bi nav kir.
Hakan Yavûz ku li ser siyaset û civaka Tirkiyeyê gelek pirtûk nivîsandine û hejmarek ji wan ji bo zimanên din jî hatine wergerandin, di hevdîtinekê de bi Radio Ferdayê re li ser vê baweriyê ye ku zirara Erdogan li navend û saziyên demokratîk yên Tirkiyê daye, bi awayekî kûrin ku bi salan divê xebat ji bo sererastkirina wan bê kirin.

Hevdîtina Radio Ferdayê bi Mamosteyê Zanîngeha Utahê Hakan Yavûz re li jêr bixwîne:
Hun encamên Hilbijartinên Xwecihî yên Tirkiyê çawa dinirxîn in? Gelo encaman hun heyirî nehiştin?
Erê, ez heyirî mam û encam weke erdhejekê bûn. Di rastiyê de ez li benda berteke bi vî awayî ji civakê nebûm. Li gorî nêrîna min encamên hilbijartinê nîşana wê yekê ye ku êdî xelk ji hebûna Erdogan westiyane. Ji ber ku pirsgirêkên aborî didom in û rêjeya enflasonê li jorî %60 ne. Ev yek mijareke girîng û weke mifteyekê ye û nîşan dide ku baweriya xelkê Tirkiyê bi Erdogan tune ye.
Li gorî we çima encamek bi vî awayî derket?
Li gorî min sê sedem hene. Sedema destpêkê aboriye; li Tirkiyê hejmara xanenişîna zêde ye û mûçeyê ku ji dewletê distînin, li bajarê mezin yên weke Stenbol, Enqere û Îzmîrê têra kirêya mal û debara jiyana wan nake. Her wiha buhayê xwerak û alavên pêdivî yên jiyanê bilind bûye.
Ev meha Remezanê ya yekê bû ku xelkê nedikarî goşt li ser sifreya xwe bibîn in. Em di meha Remezanê de cureyek nan ku weke “Pîde” tê naskirin dipêjin ku buhayê wê hindik ji nan zêdetir e. Xizmên min li Tirkiyê dibêjin, ew ne tenê nikarin goşt bikirin, di heman demê de kirîna pîdeyan jî ji bo wan zehmete.
Sedema duyê jî hilweşîna sîstema dadê ye. Gendeliya di nava sîstema dadê di astekî de ye ku di nava çapemeniya wî welatî de jî tê dîtin. Hun dikarin bi hêsanî dadê bikirin û ev yek wele pirseke rasteqîne di nava civakê de tê dîtin. Mufetîşekî giştî herî dawî belgehek weşand ku tê de lîsteya xizmetên ku mirov dikarin bi pere ji dadweran bikire bi hûrgilî eşkere kir. Di astekî de ye ku nirx hatine diyar kirin. Ev yek nîşaneya rasteqîne ya hilweşîna sîstema dadê li Tirkiyê ye.
Sedema sêyê ku girêdayî sedema duyê ye jî hilweşîna saziyan e. Xweseriya saziyan li welêt tune ye û baweriya xelkê bi saziyan winda bûye û nikarin bersiva pêdiviyên civakê bidin. Di encama tedbîrên hikûmeta Erdogan de statûya sazî û dezgehên dewletê ji holê rabûye.
Pirseke din jî pirsa koçberane. Li Tirkiyê 7-10 milyon koçber dijîn. Piraniya wan piştî şerê Sûriyê derbasî welatê me bûne û li Tirkiyê bûne sedema fikaran. Ev hinek sedemin ku ez weke erdhej an jî tsunamiyê di siyaseta Tirkiyê de bi nav dikim.
Bervajî nêrîna we, hinek kes dibêjin nabe zêdegavî li ser encama hilbijartinan bê kirin, çimku dengên Partiya Gel ya Komarî (CHP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) nêzî hev in. Çima bi nêrîna we encamên hilbijartinan erdhejek bû?
Ji ber ku Erdogan şikestineke mezin xwar. Li hinek bajarên muhafizkar ku tu carî CHP bi ser nediket, vê carê berbijêrên CHPê serkeftin. Hun dizanin CHP ji aliyê Mistefa Kemal Ataturk ve hatiye avakirin û weke partiyeke skolar û alîgirê rojava tê nasîn, lê heman partî li bajarên muhafizkar, mezhebî û li anatoliyayê serkeftinek bêwêne bi dest xist.
CHP li hinek bajaran serkeft ku beriya niha nedikarî %30 dengan bi dest bixe. Berbijêrên CHPê li Enqerê Mensûr Yavaş %60ê dengan bi dest xist. Her wiha Ekrem Îmamoglu li Stenbolê %52ê dengan bi dest xist. Ev pêşhat guhertinên bingehînin ku li Tirkiyê qewimî ne û bi nêrîna min ev yek despêka dawiya Erdogan e.
Berê em her tim şahidê vê yekê bûn ku di hilbijartinên serokomariyê li bajarên mezin populerbûna Erdogan ne girîng bû û berovajî vê yekê bi saya dengên bajarên biçûk û herêmên Anatolyayê di dawiyê de bi ser ket. Gelo ev yek me nagihîne vê baweriyê ku ger careke din hilbijartinên serokatiyê an parlementoyê bên kirin, ew dê bi alîkariya van bajarên biçûk carekî din bi ser bikeve?
Guhertinên ku vê carê çêbûn, girêdayî navçe û herêmekê bi tenê nîne û guhertin li seranserî Tirkiyê çêbûn. Guhertinên mezin li bajarên biçûk jî çêbûn. Mînak; li Edenê desthilatê nekarî tu kursiyeke şaredariyan bi dest bixe.
Erdogan ne tenê li navendên pîşesazî yên weke Stenbol, Îzmîr, Enqere û Bursayê bi ser neket, lê li hinek bajarên kevneşopî yên Anatolyayê jî winda kir. Li cihekî weke Semsûrê (Adiyaman) ku bajareke muhafizkare û şêniyên wê kurdin û Guropa Neqişbenî li wir serdeste, ji bo cara yekê nûnerekî CHPê deng bi dest xistin.
Derbarê rewşa ku hilbijartin pê re derbas bû gotûbêjên zêde tên kirin, gelo hilbijartineke azad li Tirkiyê hate kirin?
Her çi qas hilbijartinek azad bû, lê em nikarin bêjin adilane (Dadperwerane) bû. Desthilatê sûd ki hemû çavkaniyên dewletê wergirt. Hun dikarin Erdogan Serokomarek bêalî nîne, hêj jî serokê Partiya Dad û Geşepêdanê ye û li şûna wê yekê ku bi awayekî bêalî tevbigere, hemû derfet ji bo hilbijartinan bikaranî, lê di dawiyê de, bervajî hemû hewildanan, partiya Dad û Geşepêdanê encam bi dest nexist.
Me sala bihûrî dît ku hemû partiyên opozisyonê ji bo binketina Erdogan yekîtiya xwe ava kirin, lê dîsa jî Erdogan bi ser ket. Pirsgirêkên aborî ku we behsa wan kir pirsgirêkên nû nînin. Di demek kin de çi bû sedem ku nêrîna giştî biguhere ?
Ev yek pirsyarek girîng û bingehîne. Di rastiyê de ez jî pirs dikin, çima di nava 10 mehan de nêrîna giştî hate guhertin ? Mirov dikare çend sedeman rêz bike.
Di hilbijartinên serokatiyê de, hevpeymaniyek bi serokatiya CHPê hate avakirin û wê hevpeymaniyê karî rêyekê vekin daku partiyên opozisyonê bikarin zêdetir pirsgirêk û dilgiraniyên civakê fêm bikin.
Wê hevpeymaniyê bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu ku partiyên mezhebî û muhafizkar jî li derdora xwe komkiribû û nekarî serbikeve, bandoreke zê li ser encama vê carê çêkir. Bi nêrîna min serkeftina vê carê, encama rêyekê ye ku hevpeymaniya Kiliçdaroglu di hilbijartina berê de vekiribû.
Sedemek din dîsan aboriye. Di nava 10 mehên bihûrî de, civakê xirabtirîn aborî teim kir. Nûçeyên li ser gendeliyê di hikûmraniyê de û şêwaza jiyana karbidestên hikûmetê ji berê zêdetir di medyayê de û bi taybetî di torên civakî de cih digirt û ev yek jî bû sedema nerazîbûna zêdetir li hember hikûmeta Erdogan.
Sedema sêyê ew berbijêr bûn ku Erdogan ji bo vê hilbijartinên diyar kiribûn. Berbijêrên wan hinek kesayetî bûn ku pêkhateya bajarê xwe jî nedinasîn. Mînak; Berbijêrê Stenbolê yê AK Partiyê pêkhateya gelek navçeyên Stenbolê nedinasî. Sedema wê ev bû ku Erdogan xwe weke xelîfe û Emîr Elmuminîn dibîne û bixwe berbijêran diyar dike, lê mixabin ev yek mînakek ji dîktatoriya Rojhilata Navîne.
Bi nêrîna min ev bûn sedem ku nêrîna raya giştî biguhere û ev yek nîşaneyek ku êdî baweriya xelkê bi Erdogan tune ye.
Ji niha ve gelek kes behsa hevrikê Erdogan yê hilbijartinên serokatiyê dikin. Hinek Îmamoglu û hinek jî Yavaş weke berbijêrê opozisyonê bi nav dikin. Bi nêrîna we plana dijberên Ak Partiyê ji bo hilbijartinan çi ye?
Xelkê Tirkiyê ji siyasetmedarên binketî hez nakin û hertim xelk li pişt kesên serkeftî cihê xwe dihirin. Li gorî min di plana opozisyonê de Yavaş û Îmamoglu hene.
Mensûr Yavaş li Enqerê nêzî %60 dengan bi dest xist û mirov dikare li hemû navçeyên paytextê bi ser ket. Bawerim Yavaş an Îmamoglu berbijarên opozisyonê ji bo hilbijartinên serokatiyê ne. Ev du kes stêrkên vê qadê ne.
Li gorî min, xelk zêdetir nêzî Mensûr Yavaşe. Ji ber ku Mensûr Yavaş ji Ekrem Îmamoglu zêdetir rêzê li yasayê digire û kesayetiya Îmamoglu zêdetir nêzî Erdogane.
Erdogan gotibû ku êdî tevlî hilbijartinan nabe. Mirov dikare baweriyê bi gotinên Erdogan bîne?
Ez bawer nakim Erdogan soza xwe bicih bîne. Wî got lê ez pêbawer nînim. Ew derewçiyekî pispore ku berê jî heman axaftin kiribûn. Wî ne tenê darbe li saziyên me dane, di heman demê de darbeyên mezin li Îslamê da ne. Ji bo Erdohgan ol û mezheb du amorin ku armancên xwe pêk bûne.
Cudahiya Ak Partiyê û CHPê di mijara siyaseta derve de çawa ye? bi taybetî di mijara nêzîkatiya bi Îranê re çi cudahiyek di navbera siyaseta herdu partiyan de heye?
CHP partiyeke skolare û alîgirê Rojava ye. Naxwaze tevlî pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibe û Tirkiye ji bo navendeke Birayên Musliman viguhere û dixwazin dest bi pirsa endamtiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de bikin.
Di mijara Xezeyê û şerê bi Îsraîlê re, bi temamî em şahidê siyasetek ne. Erdogan ji aliyekî xwe weke alîgirê Hemsê û Hemasê weke tevgereke azadixwaz ya Filistînê bi nav dike û ji aliyekî din ji roja ku şer destpêkiriye, têkiliya xwe bi Îsraîlê re xurtir kiriye.
Derbarê Îranê, dikarim bêjim herdu welatan gelek pirsgirêk bi lê bi sedema alozî û hevrikiyên Sûriye û Iraqê, Îran li aliyek û Tirkiye jî li aliyekî hevsengiyê cihê xwe girtine. Di heman demê de li ser pirsa kurdan herdu xwedî heman dilgiraniyê ne û ev pirs herdu welatan li hev nêzîk dike.
Di rastiyê de ez gelek cudahiyê di navbera herdu partiyan di mijara têkiliya bi. Lê ez dikarim bêjim siyaseta derve ya CHPê ber bi nêzîkatiyeke ne mezhebî ve diçe, lê siyaseta Erdogan ya derve mezhebî ye.
Derbarê Komara Azerbaycanê çawa? Îran bi sedema siyaseta Pan-Turkizmê ya Erdogan bi fikar e. Cudahiya siyaseta CHPê û Ak Partiyê derbarê Komara Azerbaycanê çiye?
Binêrin, Erdogan û Eliyef hevparên aborî yên hevdu ne. Bi ya min têkiliya Enqere û Bakoyê di serdema hikûmeta CHPê de dê zêdetir fermî be û siyaseta îro ya navbera herdu welatan dawî tê.
Divê di heman demê de nêyê ji bîr kirin ku pêdiviya Tirkiyê bi gaz û petrola Azerbaycanê heye û siyaseta derve ya Tirkiyê li hember Azerbaycanê zêde nayê guhertin, lê di asta niha de namîne.
Bi nêrîna we ev hilbijartin xaleke werçerxanê di siyaseta Tirkiyê de çêdike û gelo piştî vê yekê divê em li benda daketina Erdogan û Ak Partiyê li ser desthilatê bin?
Erê, weke min got, ev destpêka dawiya Erdogane, ji ber ku tiştek bi navê Ak Partiyê nemaye û tenê kesek bi navê Erdogan heye ku eger li ser desthilatê nemîne, partiya wî di şevekê de bi dawî tê. Em li vir partiyeke rêxistinkirî û xwedî sazî nabînin, her tişt di kesekî de kom bûye.
Ger weke hun dibêjin ev yek biqewime, gelo opozisyona Tirkiyê dê karibe tiştên ku we wek wêrankirina navend û saziyan binav kir, sererast bike?
Pirsa sereke ev e. Erdogan di nava 20 salên bihûrî de tevahiya navendên welêr hilweşand. Sererastkirina navendan rêyeke dûr û dirêje. Lê ez bawerim dê ve tişt biqewimin û tu rêyeke din tune ye.
06/04/2024