Girê Mirazan rekora rojane ya geştiyaran şikand

Wehbê Romî 12/04/2024
Girê Mirazan
Girê Mirazan

Girê Mirazan rekora rojane ya geştiyaran şikand û nêzî 11 hezar û 500 kesan serdana wê şûnwara dîrokî ya bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê kir.

Rêveberiya Giştî ya Mîratên Çandî û Muzeyan ya ser bi Wezareta Çand û Geştiyaran ragihand, îro 11 hezar û 454 kesan serdana Girê Mirazan kiriye.

Demekî beriya niha li Parêzgeha Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê, li der û dora Girê Mirazan 11 cihên nû yên dîrokî hatibûn kişfkirin.

Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirkiyê Mehmet Nurî Ersoy di 27ê Hezîranê (2021) gotibû "Li dora Girê Mirazan li hêla 100 kîlomêtreyî, 11 girên me yên din jî hene, em dê edî ji herêmê ra bibêjin ‘12 gir’. Ji bo 12 giran xebatên mezin hene."

Serokê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Abdullah Ekincî jî diyar kiribû: "Heyama neolîtîkê ji hêla ol, xwarin û vexwarin, çand, dîrok, aborî û civakî ve guherîn derxistine holê.”

Prof. Dr. Ekîncî got, guherîna neolîtîk ji bilî çand, dîrok û arkeolojiyê qadên wek avahîsazî, aborî, botanîk, zolojî, zanista hawirdor, antropolojî, felsefe, civaknasiyê jî ji nêzîk va eleqedar dike, ji ber vê ev cihên neolîtîk yên li Rihayê hatine dîtin, divê wek xebateke navberdîsîplînî bên nirxandin.

Ekîncî wiha axivî: "Ev 12 gir dê tevkariyê bidin Rihayê ku li cîhanê wekî 'hewzeya çanda neolîtîk' were nasandin. Dibê wargehên neolîtîk yên Newala Çorî, Zeviya Biyan, Goristana Birîs, Girê Qerexanê, Girê Mirazan, Sayburç, Mezra Teleîlatê, Hoyuka Ayanlarê (Hut), Hemzentepe, Girê Gur, Girê Kevir, Harbetsuwan û Sefertepeyê wekî 'wargehên mezin' werin nirxandin.”

Serokê Komîteya Meslekî ya Turîzmê ya Odeya Bazirganî û Pîşezasiya Rihayê Mehmet Kamîl Turkmen jî dabûzanîn:"Daneyên destpêkê nîşan didin ku navenda serdema neolîtîk Girê Tektekê yê Rihayê ye. Em dikarin bêjin ku şaristanî li wir derket holê û li Anatolya û Ewropayê belav bû. Texmîna me ew e ku Riha di paşerojê de bibe destînasyoneke girîng ya serdema neolîtîk."

Girê Mirazan an Xirabreşk

Girê Mirazan li Rihaya Bakûrê Kurdistanê ye, cihê herî kevin di dîroka mirovahiyê de ye. her wiha di lîsteya rêxistina UNESOC ya taybet bi kevneşopiya dîrokê de ye.

Sala 1994’an Komîteya Instîtûye Arkeolojî ya Almanî ya girêdayî Wezareta Derve ya Almaniyê dest bi kolandin û vekolînê kirin, piştî kolandina beşek ji Girê Mirazan ji aliyê rêxistina UNESCOyê sala 2018’an li Behreynê di civîna komîteya Mîrata Cîhanê de bû 42yemîn, her wiha weke cihê destpêkê yê vejandina dîrokê hatiye ragihandin, di sala 2019’an dejî ji aliyê heman rêxistinê û hikûmeta Tirkiyê weke sala Girê Mirazan li cîhanê hatiye ragihand.

Navê Girê Mirazan

Li cîhanê ji Girê Mirazan re dibêjin mala Adem û Hewayê, bi tirkî Göbekli Tepe, bi kurdî Xerabreşk, Girê Mirazan, Girê Navokê, Girê Navikê tê gotin.

ji sala 1960’an ve vekolerê Amerêkî Peter Benedict li ser navê Girê Mirazan lêkolînê kir, ka koka nav vedigere kîjan serdemê, li gorî Peter cihê Girê Mirazan vedigera serdema Kevir, Peter bi vekolerê Almanî Klaus Schmidt re dest bi kolandin û lêkolîn li ser  navê Girê Mirazan kirîbûn niha jî li cîhanê Girê Mirana tê nas kirin.

Girê Mirazan li gundê Xerabreşkê Xelîle, 18 KM li Bakûr- Rojhilatê bajarê Rihaya Bakûrê Kurdistanê dore.

Cara yekem di sala 1963’an de, di encama lîkolînekê de, ku ji aliyê zanîngeha Stenbol û Şigagoyê (Chicagoyê) ve hatibû kirin, derket holê ku dîroka Girê Mirazan 12 hezarsalan b.z e. Dirêjahiya Gir 15metre, 760 metre jî ji asta deryayê bilind e.

Wehbê Romî

12/04/2024