"Em dê bi şandeyeke xurt Doza Kobanî bişopînin"

Dewran Mehmûd 14/05/2024
Wêne: AA
Wêne: AA

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir, dê Doza Kobanê bişopînin û wiha got: “Em li bendê ne ku dadperwerî pêk bê.”  

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe ya heftane de axivî.  

Yek ji mijarên Ozel li ser sekinî jî Doza Kobanê bû ku dê di 16’ê gulanê de biryar were dayîn. Ozel, wiha got: “Birêz Demîrtaş, hevserokên giştî û 108 binçav kirin û ji wan 18 jê girtî ne. Di bingehê xwe de ji bo dûrxistina siyasetmedarên HDP’î ya ji siyasetê ev doz hate vekirin û bêyî mafê darizandina dadperwerane tên darizandin. Ev doz dê di roja pêncşemê de bê lidarxistin. Em ê ji bo vê dozê jî şandeyeke xurt bişînin. Li gorî me divê biryareke dadperwerane bê dayîn. Bendewariya her welatiyekî ye ku daraz ji otorîteya siyasî dûr bê giritn. Lê darizandin wisa nebû. Hêviya me ew e ku qet nebe biryaran li gorî yasaya gerdûnî, li gorî AYM û DMME’yê bidin.” 

Dewran Mehmûd

14/05/2024