Li Siwîsrayê zarok şîretan li robotan werdigrin
Hanî Hemdîn 15/05/2024
Mamosteyên li bajarê Lozana Siwîsrayê, da ku zarokan ji bo paşerojê amade bike robotan bikar tîne.
Ew zarokistan girêdayî Saziya Teknolojiyê ya Federal a Siwîsrayê ye.
Robot bi navê Nao ye, zarok dikarin hemû pirsên cîhana derdora xwe ji Nao bikin.
Rêveber û mamosteyên zarokistanê tekez dikin, ev robot neaniye da ku cihê van mamostyan bigre, tenê ji rola alîkar dilîze daku zarok têkiliyê bi pê re çê bikin.
Zêdebûn û pêşveçûna jîriya çêkirî û hebûna wê di cihên cûda cûda yên jiyanê de, li gorî pêşbîniyan, tevlîbûb û hevirikiya van robotan di jiyana civakî de, dibe sedema guhertinên berbiçav di jiyanê de.
Ev nûgerî, bûye haveyinê amadekirina zarokan ji temenekê kêm ve ber bi paşerojê û çawa li hemberî astengiyan, li ber xwe bidin.
Hanî Hemdîn
15/05/2024