Hevserokên DEMê serdana Selahattîn Demîrtaş kirin

Sidar Basut 20/05/2024

Hevserokên Partiya DEM li girtîgeha Edîrne ya Tirkiyeyê serdana Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê berê yê HDP ku di doza Kobanî de 42 sal cizaya hepsê jê ra hat dayîn kirin û ragihandin Demîrtaş banga têkoşîna demokrasiyê dike û doh wek fikrî li kuderê be îro jî li ser heman cîhê ye, Demîrtaş got ev doz dozeke dek û dolab e ew li dijî vê dê ber xwe bide.

Hevserokên Partiya DEM Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari piştî encamdayîna doza Kobanî ku 108 siyasetmedar dihatin darizandin serdana Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê berê yê HDP ku di vê dozê de 42 sal cizaya zindanê jê ta hat dayîn li girtîgeha Edîrneyê ye kirin.

Piştî encamdayîna dozê yekem serdan ji hêla Hevserokên DEMê pêk hat li ber girtîgehê hat ragihandin Demîrtaş li hember biryarê serê xwe natewîne û berxwedana xwe dê bidomîne.“Demîrtaş û hevalên me yên din hemû dibêjin ev doz, dozeke dek û dolab e. Peyama Demîrtaş bo kesên li derva ew e ku bila kes dev ji têkoşîna demokrasiyê bernede û hevgirtî bin. Demîrtaş encama dozê bi hişmendiyeke polîtîk û bi berfirehî dinirxîne, wek fikrî doh jî îro jî li ser heman helwesta xwe ye. Gavek jî paş de neavêtiye. Mirûza wî jî gelek baş e.

Tulay Hatîmogullari - Hevseroka Partiya DEM

Pêşbiniya siyasetmedarên DEMê ew e ku di qonaxa dadgeha îstînafê de cizayên hatine dayîn dê betal bibe.

Bêguman di qonaxa îstînafê de çaverêyî dikin ku biryara cizayê hevalên me bên rakirin. Çimkî li ser kuştina Yasîn Boru dihatin tohmetbarkirin lê dadgehê ev tohmet qebûl nekir. Tenê ji ber axaftinên xwe hatin cezakirin û ev jî dijî azadiya ramanê ye.

Celal Firat - Parlamenterê Partiya DEM

Di doza Kobanî de Hevserokên berê yên Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê da 18 kes wek girtî dihatin darizandin û ji wan tenê 5 kes hatin berdan.

Selahattîn Demîrtaş ê siyasetmedara Kurd ev nêzîkî 8 sal in di zindana li Edîrneyê de ye ku hezar û 700 kîlometre dûrî malbata wî ya li Diyarbekirê ye û herî dawî 42 sal cizaya hepsê jê ra hat dayîn. Parêzerên wî ji bo xerakirina biryara cezayê wê serî li dadgeha Îstînafê bidin lê encama biryara ji Îstînafê di demek kurt de xuya nake.

Sidar Basut

20/05/2024