Civîna Polîtburoya YNKê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî hat lidarxistin

Dewran Mehmûd 27/05/2024

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî ji bo gotûbêjkirina hin pirsan li Silêmaniyê civînek li dar xistin.

Nûçegihanê Kanal8ê li Silêmaniyê ragihand, Polîtburoya YNKê bi serokatiya serokê partiyê Bafil Celal Talebanî li Debaşanê di civînê de ye û hin pirsan gotûbêj dikin, ji wan: Pirsa hilbijartina Parlementoya Kurdistanê û naveroka civînên Serokê YNKê yên li Amerîkayê û ew guhertinên siyasî yên li navçeyê qewimî ne.

Hevdem, Berdevkê YNKê Seidî Pîre ji Kanal8ê re ragihand, di civînê de pirsa astengiyên nû yên li hemberî hilbijartin û guhertina kursiyên pêkhateyan û encamnameya giliyên YNKê li Encûmena Komisyaran û destpêkirina amadekariyên komisyonê tên gotûbêjkirin.

Berdevkê YNKê herî dawî got, pirsa serdana Serokê YNKê ya ji bo Amerîkayê û civînên wî yên bi rayedarên wî welatî tên gotûbêjkirin, tevî ku behsa amadekariyên ji bo salvegera damezirandina wê partiyê tê kirin.

Dewran Mehmûd

27/05/2024