Li Tirkiyê 72 bergumanên Rêkxistina Gulen hatin girtin

Di encama hejmarek operasiyonan de li 17 parêzgehên Tirkiyê, 72 bergumanên Rêkxistina Gulen ya Fethula Gulen hatin girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya li ser hejmara xwe ya civakî daxuyakirin, li 17 parêzgehên Tirkiyê operasiyon li dijî hejmartek bergumanên Rêkxistina Gulen hatine lidarxistin, ku Tirkiye wan wek rêkxistinek terorîstî dihesibîne.

Yerlîkaya balkişand ser wê yekê ku operasiyon di 4 rojan de hatine lidarxsitin û 72 bergumanên Rêkxistina Gulen hatine girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daxuyakirin, operasyon li parêzgehên Enqere, Çewlîk, Edîrne, Xarpêt, Erzerom, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Qeyserî, Qers, Kirşehîr, Qonya, Meletî, Moxla, Sakariya û Oşakê hatin lidarxistin.