Li Qamişloyê Festîvala Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir

Dewran Mehmûd 09/06/2024

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di bin navê “Çîrok Bîreweriya Gelan e” Festîvala Kurteçîrokên Kurdî destpêkir.

Li gorî endamê desteya amedekar ya festîvalê, 41 çîrok ji bajarên Rojava û Bakurê Kurdistanê, Birêtaniya, Siwêd û Holenda ji wan re hatine û wan 35 jê qebûl kirine.

Di roja yekê ya festîvalê de stranên kelepûrî hatin pêşandan, her wiha çîrokên kesên amede nebûne hatin xwendin.

Li gorî agahiyan, dê festîval heta 12ê vê mehê dewam bike û di roja dawî de dê xwediyên asta yekem, duyek û Sêyem werin xelatkirin.

Dewran Mehmûd

09/06/2024