Amerîka û Tirkiyê peymaneke nû derbarê balefirên F16 îmze kir

Hanî Hemdîn 15/06/2024

Çîroka dûr û dirêj a kirîna balefirên F16 di navbera Amerîka û Tirkiyê de ber bi dawiyê ve diçe û nêze bigehe armanca xwe.
Piştî 32 mehan ji rawestandina peymana balefirên F16, bi sedema kirîna Sîstema Parastinê ya S400 ya Rûsiyê û binpêkirina mafê mirovan ji aliyê Tirkiyê ve, Çavkaniyekî ji Wezareta Parastina Tirkiyê ragihand, Enqerê û Waşintonê peymaneke taybet a kirîna 40 balefirên nifşê nû yê F16 û nûkirina 79 balefirên din îmze kiriye.
Li aliyekî din Wezareta Derveya Amerîkayê ragihand, Tirkiyê gavên baş avêtine û di mijara kirîna balefirên F16 de, pêşketinên baş çêbûne.
Beriya daxuyaniya Wezareta Derveya Amerîkayê, Balyozê Amerîkayê yê Enqerê Cêfrî Fileyk da zanîn, nêze ku Tirkiye balefirên şer ên Amerîkayê bi dest bixe.
Tirkiye li du perçeyên Kurdistanê, li dijî Hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê û Hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di nava şer de ye.
Helwesta hikûmeta Tirkiyê li hember aliyên siyasî û kurdên Bakurê Kurdistanê, binpêkirina mafê mirovan, asteng bûn ku Amerîka balefiran radestî Tirkiyê bike.
Derbarê vê mijarê, hejmarek endamên Kongresa Amerîkayê daxwaz ji rêveberiya Waşintonê kirin ku hinek nêzîkatiyên Tirkiyê bi standartên demokrasiyê re li hev nahên.
Her wiha dibêjin, operasyonên Tirkiyê û bi taybetî operasyonên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk, bandoriyê li ser têkçûna pêwendiyan û alozkirina navçeyê dike.
Daxuyaniya Wezareta Derveya Amerîkayê derbarê pêşveçûna peymanê jî di demekî de ye ku niha li Tirkiyê pirsa asayîbûna pêwendiya navbera partiyên siyasî destpê kiriye.
Pêwendiya aliyên siyasî bi taybetî di navbera Ak Partî û partiyên opozsiyonê de germ bûye û hejmarek civîn û hevdîtin hatine pêkanîn.
Tirkiyê sala 1983an û bi rêya Programa Aştiyê ya Oniksê, tevlî peymana kirîna Balefirên F16 bû û piştî çar salan û di sala 1987an de, beşa yekê ya peymanê kete meriyetê.
Sala 2000ê Tirkiyê hin reformên leşkerî pêk anîn daku bi Amerîkayê re derbarê xortkirina potansiyela firîn û lezatiya balefiran li hev were. Di wê çarçoveyê de pirsa kirîna balefirên nifşê nû yê F16 kete rojevê.
Sala 2010ê Hikûmeta Tirkiyê dest bi hejmarek rêkaran kir, daku dema firîna balefiran zêde bike û qalîteya wan pêş bixîne. Bi wê yekê re F16 bû pêdiviya sereke a operasyonên leşkeriyên Tirkiyê.
Di sala 2021 û 2022an de, Tirkiyê carekî din propozeleke nû ji Amerîkayê re şand û daxwaza nifşê nû yê balefirên F16 kir.
Li gorî peymana nû, dê bi buhayê 23 milyar dolaran 40 balefirên nû yên F16 û 73 balefirên din radestî Tirkiyê bên kirin.

Hanî Hemdîn

15/06/2024