Li betlaneya cejnê de li Tirkiyê 36 kesan jiyana xwe ji dest daye
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê amara bûyerên hatûçûnê li rojên betlaneya cejnê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê parvekir û ragihand, 36 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya ragihand, di 24 demjimêrên bihûrî de, bi sedema 696 bûyerên hatûçûnê, 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û 1205 kesên din jî birîndar bûne.
Bi wî awayî di heyama rojên erefe û çar rojên cejna qurbanê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, 36 kes bi sedema hatûçûnê jiyana xwe ji dest dane û şeş hezar û 550 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, tenê di roja yekem a cejnê de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye, ku hejmara herî zêde ya qurbaniyên bûyerên hatûçûnê bûye di rojên betlaneya cejnê de.
Li gorî amarên Rêkxistina Amarên Tirkiyê, di sala bihûrî de milyonek û 314 hezar û 136 bûyerên hatûçûnê çêbûye, ku di 235 hezar û 71 bûyerên giran de, şeş hezar û 548 kesan jiyana xwe ji dest daye û 350 hezar û 855 kes jî birîndar bûne.
20/06/2024