Li Tirkiyê di 7 rojên cejnê de 62 kes di bûyerên trafîkê de mirine
Hanî Hemdîn 22/06/2024
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da zanîn, di betlaneya Cejna Qurbanê de 62 kesan di bûyerên trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de li ser tevna civakiya Xê amarên bûyerên trafîkê di rojên betlaneya Cejna Qurbanê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.
Yerlîkaya eşkere kir ku di 7 rojên betlaneyê de bi giştî 62 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 hezar û 690 kes jî birîndar bûne.
Li Tirkiyê betlaneya Cejna Remezanê 9 rojin û êvariya roja yekşemiyê betlane bi dawî dibe. Tê payîn roja yekşemiyê amara temam .
Hanî Hemdîn
22/06/2024