Li parêzgeha Sineyê zêdetir ji 200 kan çalakin
Berpirsekî parêzgeha Sineyê daxuyakirin, niha li wê parêzgehê zêdetir ji 200 kan çalakin û zêdetir ji 4 hezar û 400 kes têde kar dikin.
Cîgire Serokê Rêveberiya Giştî ya Pîşesazî, Kanza û Bazirganiya Parêzgeha Sineyê Mehdî Seyfî Baxîxanî daxuyakirin, niha zêdetir ji 200 kanên çalak li wê parêzgehê hene û ev jî hêviyeke ji bo pêşvebirina aboriya navçeyê.
Mehdî Seyfî Baxîxanî got, niha zêdetir ji 4 hezar û 400 kes bi awayek rasterast li kanên parêzgeha Sineyê kar dikin.
Her wiha got, hejmara herî zêde ya kanên parêzgeha Sineyê li bajarên Qurwe, Bîcar, Seqiz û Dîwanderyê ne.
Mehdî Seyfî Baxîxanî balkişand ser giringî û rola madenan di çareserkirina pirsa bêkarî û daketina rêjeya bêkariyê û got, di pilanên wan deye hejmara kanan werne zêdekirin, daku bibine bingeha sereke ya pêşvebirina aboriya navçe û parêzgehê.
22/06/2024