Bi sedema şewata Diyarbekir-Mêrdînê 14 kesan jiyana xwe ji dest da
Hanî Hemdîn 22/06/2024
Piştî ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê diyar kir, di şewata Diyarbekir-Mêrdînê de 12 kesan jiyana xwe ji dest daye, du birîndarên din jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyan gihişte 14 kesan.
Direngiya şeva bihûrî Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê li ser hejmara xwe ya Xê da zanîn, 12 kesan di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dane û şewatê bandorî li 78 kesan kiriye.
Îro beriya nîvro jî du birîndarên din ên şewatê ku li nexweşxaneyê bûn jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyan ji bo 14 kesan bilind bû.
Şewa 20 li ser 21ê hezîranê di navbera navçeya Çinarê ya Diyarbekirê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li zeviyên çandiniyê şewat derket û 15 hezar û 100 donimên zeviyên genim şewitîn.
Hanî Hemdîn
22/06/2024