Şewata parêzgehên Dîlok, Manîsa û Uşakê hatin kontrolkirin

Hanî Hemdîn 22/06/2024

Agirên ku li parêzgehên Dîloka Bakurê Kurdistan û parêzgehên Uşak û Manîsayê derketibûn hatin kontrolkirin.

Duhî li daristanên navçeya Belqîsê ya Dîlokê agir derket û bi sedema bayê bihêz agir li navçeyê belav bû û bi wê sedemê kampeke demkî ya koçberên Sûriyê hate valakkirin û pişt re agir hate vemirandin.

Li aliyekî din şewata daristanên navçeya Salihiye ya Manîsayê jî piştî 14 demjimêran ji aliyê tîmên agirkujiyê hate kontrolkirin.

Ji bo kontrolkirina agir, çar balafir, sê helîkopter û 10 otombêlên agirkujiyê hatin bikaranîn.

Bi sedema meziniya şewatê du taxên navçeyê hatibû valakirin.

Duhî li daristanên navçeya Ulubey ya Uşakê jî şewat derket û tîmên agirkujiyê ji bejahî û esmanî ve heya nîvê şevê agir kontrol kirin.

Li gorî amarên fermî, ji 1ê çileyê û heya 15ê hezîrana 2024an, bi giştî li Tirkiyê hezar û 551 şewat derketine.

Hanî Hemdîn

22/06/2024