Bayindir: Me diyar kir ku şewat ne xwezayî ye

Hanî Hemdîn 22/06/2024

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li qada şewata ku 14 kes di encamê de mirin axivî û got: Me diyar kir ku şewat ne xwezayî ye. Ji ber ku têlên li ser stûnên elektirîkê qetiyane û di encamê de şewat derketiye û berpirsiyarê vê şewatê jî DEDAŞ e.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir û şandeya pê re serdana gundên Diyarbekir û Mêrdînê kirin ku li wir şewat derketibû û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Hevserokên Partiya DEMê û DBPê serana malbatên ku xizmên xwe di bûyera şewatê de ji dest dan kirin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwestin.

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di nava xizmên windahiyan de axivî û got, "Em dizanin ku şewat karesateke mezin e. Li erdnîgariya Kurdistanê gelek caran şewat derdikevin, lê me destnîşan kir ku şewateke bi vî rengî ne xwezayî ye."

Bayindir diyar kir, şewat bi qetandina têlên stûnên elektirîk dest pê kir. Berpirsiyarê vê şewatê jî Şîrketa Parvekirina Elektirîkê DEDAŞe."

Hanî Hemdîn

22/06/2024