Welatiyên gundewarên Dîmeşqê li dijî hikûmetê xwepêşandanan dikin
Bi dehan welatiyên bajarê Ceremana yê gundewarên Dîmeşqê li dijî hikûmetê derketin xwepêşandanan.
Medyaya Oposizyona Sûriyê diyar kir, du rojin welatiyên bajarê Ceremana ji ber xizmeta xerab derdikevin xwepêşanddest bi xwepêşandanê kirine.
Hate ragihandin, ev demeke eliktirîk û av nagihê wî bajarî û welatî jî di xwepêşandanan de daxwaza başkirina xizmetê dikin.
Li gorî medyayê opozisyonê welatî rêyên çûn û hatinê qut dikin û li ber saziyên hikûmetê dest bi grevê dikin.
Her wiha, Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir, Serokê Rûhî yê Durziyan Hikmet Hicrî Desteya Nûnertiya Parêzgeha Siwêdayê ava kir.
Li gorî rêxistinê xelkê parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyê 327 rojin li dijî hikûmeta Dîmeşqê xwepêşandanan lidardixin û dixwazin biryara 2254 bikeve meriyetê û rewşa aborî ya Sûriyê baştir bibe.
10/07/2024