Agehî derbarê pirsgirêka IT’ê ya rastî cîhanê hatiye

Dewran Mehmûd 19/07/2024

Pirsgirêka teknîkî ji kompanyayên xizmetguzariyên elektronî yên Microsoft'ê, bûye sedema hilweşîn û paşdaketina hejmarek geştên asimanî û rawestandina pergala bankî, dezgeha medyayî, xizmetguzariyên tendirustî û hokerên veguhestinê.

Li tevahiya cîhanê geştên esmanî hatine rawestandin û li Îspanyayê pirsgirêkê tevahiya balefirgehên wî welatî vegirtiye, kompanya Micosoft dibêje, “Pergala giştî ya cîhanî rastî pirsgirêkê hatiye û di hewla çareseriyê de ne."

Ji ber vê pirsgirêkê, teavhiya geştên asimanî yên Amerîka, Ewropa û Asyayê hilweşiyane û xeta trênê li Brîtanyayê rastî pirsgirêkek mezin hatiye û balefirên li asimanê ne, têkiliyên wan bi balefirgehê ve nemane.

Her wiha xizmetguzariyên tendirustî, bankî û hokerên veguhestinê ji ber şaştiya di xeta înternêtê li piraniya welatên cîhanê hatin rawestandin.

Tevî ku miameleyên petrol û gazê li borseyên London, Sengapore û Amerîkayê ji kar ketine û demkî rawestiyane.

Kompanyaya Microsoftê ragihand, pirsgirêkek cîhanî ya IT'ê bûye sedema jikarketina xeta asimanî û bankî û medyaya navdewletî.

Her wiha Microsoftê dubare kir, ew mijûlî çareserkirina wê pirsgirêka IT'ê ne.

Microsoftê kêmasiyek di pergala giştî ya cîhanî ya xwe de ragihand, di demekê de kompanyaya Crowdtrike'a ewlekariya elektronî rastî kêmasiyeke IT'ê hatiye di xizmetguzariyên xwe yên li navçeyên cuda-cuda yên cîhanê de.

Her derbarê wê yekê, Crowdstrikê bal kişand ser wê yekê, wan sedema pirsgirêkê diyar kiriye û vedigere ji bo pirsgirkek di hestewirên Falcon ên di amûrên Microsft'ê de.

Dewran Mehmûd

19/07/2024