Kesên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî hatine girtin hatin belgekirin
Rêxistina Hevdestî ya Qurbaniyan di raporekê de hejmara kesên li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê û çekdarên wê ve hatine girtin weşand.
Rêxistinê da zanîn, Tirkiyê û çekdaran di şeş mehên destpêkê yên 2024an de binpêkirin li dijî welatiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî zêdetir kirine, ku li gorî şeş mehên destpêkê yên sala 2023an hejmara girtiyan zêdeyî qatekî bilindtir bûye.
Hevdestî diyar kir, 338 kes li wan navçeyên Rojavayê Kurdistanê hatine girtin û piraniya wan jî ji aliyê koma polîsên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê ne hatine girtin.
Her wiha, Hevdestiyê piştrast kir, destê istixbarata Tirkiyê rasterast di girtine 40 kesan de heye.
Di hudreyan de wê rêxistinê destnîşan kir, 203 kes li Efrînê hatine girtin ku 13 jin û 8 zarok in, 33 ji wan hatine berdan lê heta niha rewşa 170 kesan ne diyar e.
23/07/2024