Bafil Celal Talebanî: YNK dixwaze dûr ji sloganan mafê êzidiyan biparêze

Kanal8 03/08/2024

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di salvegera Komkujiya Êzidiyan de ragihand, "YNK dixwaze dûr ji sloganan û tevlîkirina jiyana êzdiyan bi nakokiyên siyasî re, ji bo parastina mafê wan xebatê bike û got, Êzidî beşeke girîng a pirrengiya Kurdistanê ne û dîrokeke dirêj di kûrkirina jiyana hevpar û parastina axa me de nivîsandine."

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya 3ê tebaxê 10mîn salvegera komkujiya êzidiyan daxuyaniyek weşand û got, "Jenosîda xuşk û birayên me yên êzidî ji aliyê terorîstên DAIŞ ve tawaneke jibîrnekirî û janek mezine li ser dilê me hemûyan. Em îro bi dilgiraniyek kûr windabûna ezîzên xwe bi bîr tînin ku di warê xwe de bi tenê hatin hîştin”.

Bafil Celal Talebanî di berdewamiya axaftinên xwe de got, “Yekteiya Niştimanî ya Kurdistanê bi xemxwarî hewl ji bo avakirina Şingal û vegerandina êzidiyan ji bo cih û warên wan dide”.

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê her wiha balkişand ser vê yekê ku, partiya wî dixwaze dûr ji slogan û tevlîkirina jiyana êzdiyan bi nakokiyên siyasî re, ji bo parastina mafê wan xebatê bike û parêzvanê rast ê vê pêkhateya girîng a Kurdistanê be, ku beşeke girîng a pirrengiya Kurdistanê pêktîne û dîrokeke dirêj di kûrkirina jiyana hevpar an û parastina axa me de nivîsandine.

Bafil Celal Talebanî di dawiya gotinên xwe de jî silav ji bo rihê qurbaiyên êzidî re şand û serbilindî ji bo malbatên hêja yên wan xwest.

Kanal8

03/08/2024