Hikûmeta Tirkiyê dixwaze platforma TikTokê bigre
Hikûmeta Tirkiye ji bo girtina platforma TikTokê pêngavê davêje û parlamenterekî AK Partiyê jî, TîkTokê weke gef li ser ewlheiya neteweyî ya wî welatî dide zanîn.
Parlamenterê AK Partiyê û Serokê Komîteya Platformên Civakî li Parlementoya Tirkiyê Hisên Yayman ragihand, TikTok li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê bûye gef û %90 welatiyên Tirkiyê dixwazin Tiktokê bê girtin.
Yayman dazanîn, ev platform ne tenê bervajiyê buhayê netewî û nîştîmanî yên Tirkiyê ye, belkî bi temamî ji buhayê gerdûnî û mirovî dûr ketiye û ev yek jî, ji aliyê Tirkiyê ve nayê pejirandin.
Parlamneterê AK Partiyê daxuyakirin, “Ew TikTok bikar naînie, ev platform parêzeriya şeytan dike, dema ew welatiyan jî dibînim, jê re dibêjin, eger wê platformê bide girtin, dê deriyê beheştê bi xwe re vebike”.
Duyê wê mehê Rêxistina Pêwendî û Agahiyên Teknelojî ya Tirkiyê platforma Înstagramê dagirtin, ku 57 milyon bikarhênerên wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hene.
08/08/2024