Tirkiyê qedexeya ser Instagramê rakir

Piştî neh rojan li girtina tora civakî ya Instagramê, Hikûmeta Tirkiyê ragihand, wan biryar daye qedexeya ser Instagramê rakin, ev jî herî kêm piştî sê civînan di navbera berpirsên hikûmeta Tirkiyê û Instagramê hate pêkanîn.

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyê Ebdulqadir Oraloglû li ser tora civakî ya Xê daxuyakirin, “Wan daxwaz ji torên civakî kiriye rêzê li yasayên Tirkiyê bigirin”.

Her wiha got, piştî gotûbêjên wan bi berpirsên Instagramê û wergirtina piştrastiyê ji bo cîbicîkirina daxwaziyên wan di çarçoveya yasayê de, qedexeya ser Instagramê hate rakirin.

Di çarçoveya rakirina qedexeyê de, Oraloglû ragihand, Instagram dê hestiyariya pêdivî ji bo jêbirina hejmarên PKKê, PYDê û Tevgera Xizmetê nîşan bide.

Roja 2ê tebaxê Saziya Agahî û Pêwendiyên Tirkiyê tora civakî ya Instagramê sansor kir û li gorî agahiyan zirara rojane ya girtina Instagramê li Tirkiyê 60 milyon dolar bûye.